'Trump ferman daye ku êrîşeke mezin li Îranê bê kirin'

01 tebax 2026 09:48

Li gorî ragihandina medyaya Amerîkayê, Serok Trump fermana êrîşeke nû li dijî Îranê daye, da ku Tehran vegere ser masaya gotûbêjan.

'Trump ferman daye ku êrîşeke mezin li Îranê bê kirin'

RûpelNews - Rojnameya Wall Street Journal (WSJ), çend berpirsên Amerîkayê wek çavkanî nîşan da û eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana êrişeke serbazî ya nû li dijî Îranê da. Armanca vê fermanê ew e ku Washington zexteke giran bixe ser Tehranê, da ku Îran an xweradest bike yan jî şertên Amerîkayê ji bo gotûbêjan qebûl bike.

Li gorî agahiyên berpirsên Amerîkî, ev operasyona serbazî dê di demeke nêz de dest pê bike. Tê çaverêkirin ku êriş di vê dawiya hefteyê de werin destpêkirin û çend rojan berdewam bikin.

Trump duh Înê di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan piştrast kir, ew dixwaze êrişên serbazî yên dijwar bide destpêkirin. Trump bawer dike ku lêdanên giran dê rejima Îranê lawaz bikin û Tehranê neçarî paşvekişînê bikin.

Piştî ku agirbesta 8ê Tîrmehê bi ser neket, rageşiya serbazî ya navbera Washington û Tehranê gihîşt asta herî bilind. Di hefteyên borî de, Amerîkayê li çendîn bingehên serbazî, navendên dronan û hêzên deryayî yên Îranê xistibû. Îranê jî bi êrişên li ser bingehên Amerîkî û bi çêkirina aloziyan li Tengava Hurmuzê bersiv dabû.

Li gorî raporên medyayî, rêveberiya Amerîka û Îsraîlê li ser bijardeyên nû yên zêdekirina zextan gotûbêjan dikin. Di nav van planan de; tundkirina ambargoyên aborî, kontrolkirina sînorên bejayî, lêdana binesaziya enerjiyê ya Îranê û amadekariya ji bo pêleke nû ya êrişên asmanî hene.

Ji aliyê xwe ve, Tehran tekez dike ku mafê wan ê bersivdayînê heye. Di heman demê de, Îsraîlê jî ragihandiye ku eger Washington daxwaz bike, ew amade ne beşdarî her operasyoneke serbazî ya li dijî Îranê bibin.