Trump: Ez êrîşeke mezin a li ser Îranê dinirxînim
Serokê DYAyê Donald Trump di daxuyaniyekê de ji Axios re got ku ew bi cidî vebijêrka operasyoneke leşkerî ya nû û berfireh a li dijî Îranê dinirxîne. Her çend Trump destnîşan kir ku wî hê biryareke dawî nedaye, lê berpirsên DYAyê jî ragihandin ku heta niha ti fermanên nû ji leşkeran re nehatine dayîn.
RûpelNews - Serokê DYA Donald Trump derbarê îhtîmala operasyoneke leşkerî ya nû ya li dijî Îranê de gotinên balkêş kirin.
Di axaftina xwe ya ji Axiosê re, Trump diyar kir ku ew li ser vebijarka êrîşeke mezintir ji operasyonên berê yên li dijî Îranê difikire, û lê zêde kir ku ew nêzîkî biryarekê ye.
"Ez êrîşeke mezin li ber çavan digirim"
Derbarê operasyoneke muhtemel de, Trump got: "Ez êrîşeke mezin li ber çavan digirim. Dibe ku ji her tiştê ku heta niha hatiye dîtin mezintir be. Ez nêzîkî dayîna biryarekê me. Em amade ne."
Lêbelê, Trump tekez kir ku wî hîn biryara dawî nedaye û got ku ew ji encamên operasyoneke wiha haydar e.
Du berpirsên amerîkî yên ku ji Axios re axivîn jî piştrast kirin ku heta niha ti biryar nehatiye girtin û ji bo operasyoneke nû ti ferman ji artêşa Amerîkayê re nehatiye dayîn.
"Îran hêj têra xwe êş nekişandiye"
Trump got ku rejîma Îranê dixwaze danûstandinan bike lê hê ne amade ye ku bigihîje lihevkirinekê.
"Wan hê têra xwe êş nekişandiye," Trump got, û destnîşan kir ku Tehranê pêşniyara herî dawî jî qebûl nekiriye.
Li gorî raporê, du çavkaniyên herêmî yên ku ji nêz ve pêvajoya navbeynkariyê dişopînin jî îdia kirin ku rejîma Îranê pêşniyara herî dawî nepejirandiye.
"Îsraîl dê di nava du deqeyan de tevil bibe"
Trump got ku Îsraîl dikare di demek kurt de tevlî operasyoneke muhtemel a DYAyê bibe, lê ji bo operasyoneke wiha pêdiviya Washingtonê bi Îsraîlê nîne.
Serokê DYAyê her wiha destnîşan kir ku eger Îsraîl beşdarî êrîşan bibe, dê encamên wê hebin, û amaje pê kir ku Îran dibe ku tolhildanê bike.
Li Tengava Hurmuzê tansiyon bilind dibe
Li gorî raporeke Axiosê, DYA di 12 rojên borî de ji bo rawestandina êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê, zexta leşkerî ya li ser Îranê zêde dike.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Îranê jî çalakiyên xwe yên li herêmê zêde kirine, di heman demê de Hûsiyên bi piştgiriya Îranê li Yemenê êrîşên li ser keştiyên Erebistana Siûdî yên li Deryaya Sor pêk tînin.
Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Truth Social de, Trump diyar kir ku eger hûsiyan careke din keştiyên li Deryaya Sor bikin hedef, ew ê Îranê berpirsiyar bigirin û hem Îran û hem jî hûsî dê bi bersiveke leşkerî ya giran re rû bi rû bimînin.
Sinyala hevdîtinekê bi Netanyahu re
Trump her wiha got ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu dixwaze beşdarî merasîma bîranîna Senatorê rehmetî Lindsey Graham bibe, ku dê hefteya bê li Washingtonê were lidarxistin.
Trump, ku amaje bi wê yekê kir ku têkiliyên wî bi Netanyahu re baş in, lê zêde kir ku eger ew were Washingtonê, dibe ku ew bi Serokwezîrê Îsraîlê re bicive.
