Îran ji îdama Kurdan têr nabe: 8 biryarên îdamê
PeyamaKurd- Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê; di 5 ê sibatê de mehkûmê Kurd yê bi navê Birzo Mihemedê ku di zîndana Kirmanşanê de bû, hatiye îdamkirin. Li gor agahiyan Birzo Mihemed bi sedema ku bizanîn mêr kuştiye, cezayê îdamê danê. Cezayê Birzo Mihemmedî 4 sal berê dabûnê.
Hengaw ragihand ku bi sedema kuştina îmamekî Kurd yê bi navê Abdulrehman Tîna ku bûyer 10 sal berê bû,7 kes di sala 2016an de ji aliyê Dadgeha Tehranê de bi biryara îdamkirinê hatin cezakirin. Cezayên wan di 03.02.2020an de ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê de hat tesdîqkirin.
Navên 7 siyastemedarên Kurd yên ku li ser nûfûsa Mahabadê ne ev in: Xesro Beşaret, Kamîran Şêxe, Dawûd Ebdullahî, Ferhad Selîmî, Qasim Abiste, Eyûb Kerîmî û Enwer Xizrî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin