Îran: Em ê Amerîkayê bi siqaman ji Sûriyê derxin

03 sibat 2018 18:02
Îran: Em ê Amerîkayê bi siqaman ji Sûriyê derxin

Welayetî yê ku serokê şêwirmendên Hamaneyê serokê ayînî yê Îranê ye ragihand: “An wê Amerîka bi riza xwe ji Sûriyê derê an jî em ê wî bi şiqama ji ser axa Sûriyê derxin.”

Alî Ekber Welayetî di konferansa piştgiriya serhildana bo Fîlîstînê li bajarê Meşhedê axifî û got ku Amerîka dixebite da Sûriyê ji hev perçe bike lê wê biser nekeve. Welayetî weha got:

“Amerîka çawa nikaribû Iraqê ji hev perçe bike, wê nikaribe Sûriyê jî perçe bike. Amerîka ya ku li rojhilatê Feratê bicîh bûye, ya wê bi riza xwe jê derê an jî em ê bi şiqama li pişta sitûyê wî bidin û derxin.”

Welayetî balê kişand ser mijara Afxanistanê û got ku Amerîka dixwaze DEAŞê li Afxanistanê bicîh bike û dewam kir:

“Eger em bihêlin DEAŞê li Afxanistanê bicîh bike, wê sînorê me yê bi dirêjahiya 900 km yî ye bi Afxanistanê re bikeve talûkê. Em îznê nadin vê yekê.”

Li ser mijara hebûna hêzên Erebistana Si’ûdî li Yemenê jî got ku Erebistan li Yemenê zêde bimîne wê Yemen bibe weka Vîetnamê.