Amerîkayê ji ber alîkariya Îranê kompaniya El-Qetarcî ya Sûriyê ceza kir

15 mijdar 2024 20:59
Amerîkayê ji ber alîkariya Îranê kompaniya El-Qetarcî ya Sûriyê ceza kir

PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, siza li ser kompaniya, keştîyên bazirganî û kesên girêdayî kompaniya "El-Qatercî" ya Sûriyê sepand.

Wezaretê ragihand, kompaniya sûrî ji peydakirina bi sed milyon dolaran ji bo berjewendiya Supaya Quds ya Pasdarên Îranê û Hûsiyên Yemenê berpirs e ku bi rêya firotina petrola Îranê bi ser Sûriye û Çînê de, wan fînanse dike.

Rayedarê Wezareta Xezîneya Amerîkayê Bradley Smith got: “Îran pêbaweriya xwe bi kompaniyayên sereke yên bazirganî, wek kompaniyaya El-Qatercî zêde dike; "Ji bo fînansekirina çalakiyên wê û torek ji ajanên terorîst li seranserê herêmê."

Wezaretê diyar kir, "El-Qatercî ji niha ve rastî sizayan tê ji ber rola wê di hêsankirina firotina sotemeniyê di navbera rejîma Sûriyê û rêxistina tundrew a DAIŞê de."

Hate diyarkirin ku sizayên nû yên Amerîkayê nêzîkî 26 kompanî, keştî û kesên girêdayî kompaniya El Qetarcî li xwe digrin.