Amerîkayê bo alîkariya mirovî îznê bo Îranê da
PeyamaKurd- Amerîkayê ragihand ku bi sedema alîkariya mirovî bo Îranê bêkirin, ji ber dorpêç li ser Îranê hene, kesên an dezgeyên ku bixwazin alîkariyê bo Îranê bikin, wê karibin di rêya banka navendî re bikin.
Fîrmayên ku şertên wezareta karên bazirganiyê ya Amerîkayê pêkbînin, ji îro û pê de, karibin bo Îranê xida, derman û alîkariyên din yên krîtîk bişînin. Wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin di babetê de weha ragihand:
“Bi xêra Lihevkirina Bazirganiya Mirovî ya Îswîçreyê, bê ku Tehran li ber wan bibe asteng, wê bê gihandin bo xelkê Îranê.”
Temsîlkarê Amerîkayê yê bo Îranê Brian Hook hefteya borî gotibû ku xelk di vê rêyê de gelek eleqe nîşan daye û ceribandinê bi şandina derman kiribû. Hook gotibû ku ev rêya han bi ewleye bo nexweşên seretanê û yên ku li benda organan e bo neqla wan, dermanên ku li Îranê tine ne, kanaleka bi ewle ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin