Îran: Em amade ne ji bo derxistina Amerîkayê alîkariyê bidin Sûriyê
26 berfanbar 2019 00:58
PeyamaKurd - Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, Elî Ekber Welayetî ragihand, Îran amade ye ji bo derxistina Amerîkayê ji Sûriyê hevkariyê ligel rejîmê bike.
Elî Ekber Wîlayetî, di hevpeyvîneke kanaleke Rûsî de got ku Amerîka nefta Sûriyê didize û ev karê Serokê Amerîkayê Donald Trump dijî îradeya gelê Sûrîyê ye.
Welayetî diyar kir ku ew bi hêvîne di demeke nêzîk de destihlata nerewa ya Amerîkayê li herêmên nav erda Sûriyê nemîne û sînorek ji bo destwerdanên were were danîn.
Wî herwiha got, Îran amade ye li gorî karîna xwe xwe ji bo derxistina Amerîkayê alîkarîya Sûriyê bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Îranê teklîfa alîkariyê bo Amerîkayê
12 rbn 2025
Jiyan
Îran: Em amade li ser girtiyan bi Amerîkayê re gotûbêjê bikin
22 sbt 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin