Îran: Em amade ne bi Amerîkayê re pevguhertina girtiyan bikin
08 hezîran 2020 19:29
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebîî di civîneke rojnamevanî ya li Tehranê de ragihand, ew ji bo pevguhertina hemû girtiyan a bi Amerîkayê re amade ne.
Rebîî got ku di çarçoveya pevguhertina girtiyan de wan 3 zanyarên Amerîkî serbest berdaye û ew hêvî dikin heta hemû girtiyên herdu aliyan bên berdan prose berdewam bike.
Berdevkê Hikûmeta îranê destnîşan kir, “Wekî ku me berê bi caran gotiye, Îran ji pevguhertina girtiyan re amade ye. Li vir arîşeyek hebe ew ya Amerîka bi xwe ye.”
Hêjayî bibîrxistinê de, Îranê di van demên dawî de ji nû ve dixwaze vegere peymana nukleerî ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye betalkirin û ji ber wê jî rûbirûyî krîzeke kûr a aborî bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîkayê îdiaya Îranê ya lihevkirina ser pevguhertina girtiyan red kir!
02 gln 2021
Jiyan
Îran: Em amade li ser girtiyan bi Amerîkayê re gotûbêjê bikin
22 sbt 2021
Cîhan
Îran: Em amade ne ji bo derxistina Amerîkayê alîkariyê bidin Sûriyê
25 brf 2019
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin