Ji Îranê teklîfa alîkariyê bo Amerîkayê
12 rêbendan 2025 14:04
PeyamaKurd - Heyva Sor a Îranê jiber karesata şewata daristanê ya li Los Angeles County ya eyaleta Californiayê pêşniyara alîkariyê li Amerîkayê kir.
Serokê Heyva Sor a Îranê Pirhuseyin Kolivand, ji Serokê Heyva Sor a Amerîkayê Cliff Holtz re derbarê karesata şewatê de peyameke sersaxiyê şand û tê de got, “Em amade ne tîmên xwe yên destwerdana lezgîn û personelên xwe yên perwerdekirî bişînin herêmê.”
Hêjayî gotinê ye, şewata daristanê ya li Los Angelesê dewam dike û heta niha ziyaneke bi qasî 135 milyar dolaran çêbûye. Herwiha 16 kes mirine û agir gihîştiye heta navenda bajêr ku devera Hollywoodê jî li xwe digre.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îranê tevgera Amerîkayê ya li nêzîkî Venezuelayê sermezar kir
15 mjd 2025
Rojhilata Navîn
Ji Amerîkayê navendeke parastina hewayî û moşekî
14 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin