Amerîkayê pistî êrîsa milîsên Îranê hêza teqwiye sand Sûriyê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîkayê piştî êrîşa li ser cihên nêzîkî mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Dêrezorê, hêzeke leşkerî şand baregehên xwe yên Sûriye yên herêma Dêrezorê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, karwaneke leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro ji aliyê Hesekê ve û di bin parastina helîkopteran de, ber bi baregehên leşkerî yên li gundewarê Dêrazorê ve bi rê ket.
SOHRê diyar kir, karwana leşkerî ji 12 wesayîtên leşkerî, wesayîtên zirxî û 20 kamyonên ku kelûpelên leşkerî û lojîstîkî hilgirtibûn, pêk tê.
Hate zanîn ku herwiha balafirên şerker yên Amêrîkayê xalên çekdarên xwcehî yên ser bi Iranê ve li gundewarê Dêrazorê kirine armanc.
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê piştî çekdarên alîgirên Îranê îro êrîşî ser baregeha herî mezin a li Sûriyê ya nêzî kelgeha petrolê ya El-Omer kirin, hêzên teqwîye dişîne Dêrazorê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin