Pistî êrîsa asmanî milîsên Îranê cardin êrîsî baregeha Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê ragihand ku bi balafirên şer binkeyên komên milîsên çekdar ên Îranê li Sûriyê hatine bomberaran kir, komên çekdarên girêdayî Îranê jî bi moşekan êrîş birin ser bargeha Hevpemaniya Navdewletî ya li Dêrazorê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, çekdarên Îranê êrîşên xwe yên li dijî barehegên hêzên Hevpeymaniyê ên li bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û piştî ku êrîşa asmanî ya balafirên şer ên Amerîkayê jî êrîşî baregeha li Dêrazorê kirin.
Çekdarên Îranî îro bi dronekê êrîşî baregeha hêzên hevpeymaniyê yên li Xirab Çîrk ya li Dêrikê kiribûn û drona wan hatibû xistin.
Çekdaran herwiha bi 15 moşekan êrîşî baregeha hêzên hevpeymaniyê ya bi navê zeviyê Konîko ya li Dêrazorê kir ku li ser encama êrîşê agahî nehatin parvekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin