Îran: Amerîka nahêle kes alîkariya mexdûrên lehiyê bike

03 nîsan 2019 00:26
Îran: Amerîka nahêle kes alîkariya mexdûrên lehiyê bike

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku bi sedema barana zêde lehiya ku rabû û bû sedema mirina kesan û zerara maddî ya xelkê, welat an rêxistinên ku ji derva de dixwazin alîkariya afetzadeyan bikin, Amerîka bi sedema dorpêçê nahêle wan alîkariyan bikevin Îranê. Wezaret dibêje rêxistinên weka Xaça Sor û Kızılayê divê li dijî vê mijarê derên û heya niha nikaribûne alîkariyê bigihênin Kızılaya Îranê.

Vi sedema barana zêde li eyaletên Hûzîstan, Gulîstan, Lorîstan, Fars, Kirmanşah û Hemedanê, 2 hefteye lehî radibe û bûye sedema mirina 46 kesan û zerara maddî jî gelek zêde ye.