Îran: Yên ku alîkariya Amerîkayê dikin armancên me ne
Îranê diyar kir ku hebûna keştiya hewayî ya bi navê USS Gerald R. Ford li Deryaya Sor gefek e, û ragihand ku binketên ku ji bo keştiyê xizmetên lojîstîkî û piştgiriyê peyda dikin, dikarin ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îranê ve wekî "armancên rewa" bên hesibandin.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Hatemu'l Enbiya, yek ji yekeyên operasyonel ên Hêzên Çekdar ên Îranê hat weşandin, hat gotin ku hebûna keştiya firokeyan a Amerîkayê li herêmê wekî gefek li ser Îranê tê dîtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Hebûna keştiya hewayî ya Amerîkayê Gerald Ford li Deryaya Sor wekî gefek li ser Îranê tê dîtin. Ji ber vê yekê, navendên lojîstîk û xizmetê yên fîloya navborî li Deryaya Sor wekî armancên Hêzên Çekdar ên Îranê tên hesibandin."
Amerîka: Şewata li ser keştiyê ne bi şer ve girêdayî ye
Di vê navberê de, Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) di 12ê Adarê de ragihandibû ku li ser keştiya balafirhilgir USS Gerald R. Ford şewatek derketiye.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatibû gotin ku şewat "ne bi şer ve girêdayî ye".
Keşti li nêzîkî Ciddeyê hate dîtin
Wêneyên satelaytê yên ku hatin weşandin nîşan dan ku piştî şewatê, keştiya hewavaniyê li Deryaya Sor nêzîkî Bendera Ciddeyê bû. Daxuyaniya Îranê wekî nirxandineke nû di çarçoveya aloziyên berdewam ên li herêmê de hate nirxandin.
