Amerîka: Îran her sal 700 mîlyon dolar alîkariya terorîzmê kiriye

26 hezîran 2020 13:13
Amerîka: Îran her sal 700 mîlyon dolar alîkariya terorîzmê kiriye

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîka di derbarê Îranê de raporek belav kir. Li gor raporê, Îran her sal 700 mîlyon dolar alîkarî û piştgirîyê dide grûpên terorîst.

Di destpêka wê raporê da hatiye eşkere kirin, Îran û hêzên ser bi wê ve, herî zêde û dirêj alîkarî û piştgiriya plandariştin û encamdana êrîşên terorîstî li asta cîhanê dikin. Tehran salê 700 mîlyon dolar ji bo piştevaniya grûpên terorîst, weke Hîzbullah û Hamas ra şandiye.

Di raporê da dide zanîn, Îran rê dide Elqaîde ku li welatê wan çalakiyan pêk bîne. Îran pere û çekdaran ji bo navçeyên cengî yên Afxanîstan û Sûriye dişîne. Her wiha dihêle ku endamên Elqaîde li Îranê bijîn.