Amerîka: Lêçûna şerê Îranê 37,5 milyar dolar e
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ji ber şerê li dijî Îranê heta niha 37.5 milyar dolar pere hate xerckirin.
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li Senatoyê beşdarî civînê bû û qala lêçûnên şerê bi Îranê re kir.
Hegseth daxwaza budceyeke zêdetir ji Kongreyê kir û da zanîn ku eger Kongre daxwaza zêdekirina budceyê nepejirîne ew ê neçar bimîne rahênanên leşkerî kêm bike. Hegseth got ku wî ji Kongreyê ji bo wezareta xwe 87 milyar dolar fon xwestiye, ku 67 milyar dolar ji vê yekê dê ji bo operasyonên li Rojhilata Navîn were veqetandin.
Li gor ragihandina Hegseth heta niha ji bo li dijî şerê Îranê 37,5 milyar dolar pere hat xerckirin. Ev reqem ji pêşbiniya meha Gulanê 8 milyar dolar zêdetir e.
Di Nîsanê de Qesra Spî ji Kongreyê ji bo Pentagonê bo sala bê 1,5 trîlyon dolar budce xwestibû.
Ev hejmar di xerckirina leşkerî ya Amerîkayê de asta herî bilind a serdema nûjen e.
