Lêçûna şerê Îranê bo bazara cîhanî ji 25 milyar dolar zêdetir e

18 gulan 2026 17:39

Lêçûna şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ji bo bazarên cîhanî ji 25 milyar dolarî derbas kir.

Lêçûna şerê Îranê bo bazara cîhanî ji 25 milyar dolar zêdetir e

RûpelNews - Li gor analîzek berfireh a Reutersê ku li ser bingeha raporên darayî yên bi sedan şîrketên tomarkirî li borsayên Amerîka, Ewropa û Asyayê hatiye kirin, mezinahiya zirara ji ber şerê bi Îranê re li aboriya cîhanî ketiye eşkere kiriye.

Tenê sê meh piştî destpêka şer, li seranserê cîhanê herî kêm 279 şîrketên mezin tedbîrên parastinê yên awarte girtine da ku li hember ziyaneke mezintir a darayî ya ji ber şerê çêbûye, li ber xwe bidin.

Piştî ku Îranê Tengava Hurmuzê ku xeta jiyanê ya bazirganiya petrolê ya cîhanî ye girt, bihayê petrolê ji 100 dolarî ji bo her bermîlekê derbas bû, û ev yek bû sedem ku şîrket neçar bimînin dayîna parvekirinan rawestînin, karkerên xwe ji kar derxin, bihayên berheman bi awayekî zêde bilind bikin, û ji hikûmetan piştgiriya pereyî ya lezgîn bixwazin.

Nûnerên karsaziyê diyar kirin ku rewşa heyî îşaret bi hilweşîneke pîşesazî ya ji ya di dema krîza aborî ya cîhanî ya 2008an an jî serdema pandemiyê de pir girantir dike.

Mezintir zirar di sektora hewageriyê de ye: 15 milyar dolar 

Di nav sektoran d ji ber şer zirara herî mezin dît sektora hewageriyê ye ku ji ber nêzîkî zêdebûna sedî sed bihayên sotemeniya firokeyan, 15 milyar dolar zirar dît.

Kerta mezin a otomotîvê yê Japonî Toyota ragihand ku ji ber şer 4.3 milyar dolarî zirar kir, di heman demê de Procter & Gamble eşkere kir ku 1 milyar dolar ji qezenca wê ya safî hatiye jêbirin.