Pentagon: Lêçûna şerê Îranê gihişt 29 milyar dolar
Pentagonê ragihand ku lêçûna şerê li Îranê gihîştiye 29 milyar dolarî. Ev hejmar, li gorî texmîna du hefte berê, bi qasî 4 milyar dolarî zêdetir e.
RûpelNews -
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) lêçûna şerê li dijî Îranê ragihand.
Berpirsekî payebilind ê Pentagonê ragihand ku ji ber şerê Amerîka yê li Îranê heta niha 29 milyar dolar pere hat xerckirin. Ev hejmar ji texmîna ku di dawiya meha borî de hatibû kirin 4 milyar dolar zêdetir e.
Cîgirê Berpirsê Darayî yê Pentagonê Jules Hurst ji parlamenteran re got ku di nav lêçûnê de mesrefên nûvekirî yên tamîr û guhertina alavan, û her weha mesrefên xebitandinê jî hene.
