Îngîltere kirîna 90 balafirên F-35 an ya ji Amerîkayê betal dike
PeyamaKurd – Dewleta Îngîltere sîparîşa 138 balafirên F-35 an bo ji Amerîkayê bikire dabû lê bi sedema bandora pandemiyê li aboriya Îngeltereyê, kirîna 90 balafirna betal kir û man 48 heb balafir.
Rojnama Îngîltere ya bi navê Sunday Times ê li ser bernama F-35 an tiştnên balkêş got. Îngîltere kirîna balafirên F-35 an kêm dike û hem kirîna techîzatên leşkerî jî bi wan re kêm dike.
Îngîltere ne tenha di mijara F-35 an de lê di temamê qelemên mesrefên alavên bo bergiriyê tesarufa kêmkirinê dike lê biryara dawî dê di 16 ê adarê de bê dayîn. Jimara leşker û alavên ku dê bên kêmkirin ev in:
- Jimara leşkeran ji 80 hezarî di sala 2024 an de dadixin 72 hezarî û di sala 2030 an de daxişin 70 hezarî.
- Wê 24 heb balafirên Typhoonê ji nav enwanterên xwe derxin.
- Kirîna F-35 an ji 138 heban dadixin 48 heban.
- 5 balafirên E-7 an hatibûn plankirin da bikirin lê dê 3 heb bikirin.
- Nûkirina 600 heb alavên şer yên zirxî betal dikin.
- 14 heb C-130J tên xaneşînkirin an ku dê dewrê derbixin.
- 45 heb helîkopterên fîloya lojîstîk kêm dikin.
- Ji modelên kevin yên topên obus û sîstemên hin topên din dê bên betalkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin