Îmamoglû pankartên bi Kurdî xwendin: "Ez ê bibim qurbana zimanê we"
22 adar 2024 12:40
PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li Qada Kasimpaşaya Kizilayê bi namzetê Şaredariya Beyogluyê ya CHPê Înan Guney re derket pêşberî gel.
Îmamoglû di dewama axaftina xwe de pankartên welatiyan xwend û ji welatiyê ku pankarta "Dîsa Dîsa Îmamoglû" girtibû re got, "Binêre dayê ez hîn bûm, dîsa dîsa 'Îmamoglû' nivîsîye, bi Kurdî çiqas xweş hatiye nivîsandin. Ez ê bibim qurbana zimanê te."
Îmamoglû ku nikarîbû pankarta Kurdî ya welatiyekî din bixwîne jî got, "Ez weya fêr nebûm, ez ê jî hîn bibim."
Herwiha jê re maneya afîşa "Em hemû yek in" hatiye nivîsandin jî hat gotin û Îmamoglû jî li ser wê wiha got: "Xuyaye em ê wan hîn bibin."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ahmed Davutoglu destekê da kampanya xwendina zimanê Kurdî ya bijarte
20 rbn 2022
Jiyan
Zebta hevdîtina li Îmraliyê di Komîsyonê de hat xwendin
04 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin