Îlham Ehmed: Em bi Washington, Parîs û Enqerê re di pêwendiyê de ne
Berpirsa Pêwendiyên Derve a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku ew bi aliyên navneteweyî û welatên herêmî re di têkiliyê de ne da ku pêşketinên leşkerî yên dawî li Helebê û rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gotûbêj bikin.
EuronuNews- Îlham Ehmed got ku ew li ser xetê ne û bi Washington, Parîs û Enqerê re di danûstandinan de ne da ku pêşî li zêdebûna tundûtûjiyê bigirin û ji bo parastina sivîlan û aramkirina herêmê bixebitin.
Hêjayî gotinê ye, Ehmed ev daxuyanî di demeke ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê di bin bombebarana giran a artêşa Sûriyeyê de ne û ji operasyoneke leşkerî hatine hişyarkirin hate dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin