Washington | Îlham Ehmed: 500 sivîl hatin kustin, 400 hezar kes koçber bûn

01 mijdar 2019 18:23
Washington | Îlham Ehmed: 500 sivîl hatin kustin, 400 hezar kes koçber bûn

PeyamaKurd - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku ji bo danûstandinan li Amerîkayê ye, li Washingtonê derbarê êrîşan û rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê de civîneke rojnamevanî li dar xist.

Ehmed di civîna rojnamevanî de ragihand, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê di meha Cotmehê de zêdetirî 500 kesên sivîl hatine kuştin û zêditirî 400 hezar kes jî ji cih û warên xwe koçber bûne.

Îlham Ehmed herwiha da xuyakirin ku 400 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di berevaniya wan êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Hevseroka MSDê Îlham Ehmed li ser agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê 17ê Cotmehê hatiye ragihand jî da zanîn ku tevî agirbestê jî, artêşa Tirkiyê û komên çekdar rojane êrîşên xwe berdewam kirine û ji civaka navdewletî û Amerîkayê xwest, nehêlin Tirkiye paqijiya etnîkî li navçeyê bike û herêma dijî firînê ragihînin.