Îbrahîm Kalin serdana Bexdayê kir
PeyamaKurd – Rêveberê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî, komên Şîe û Sunnî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinan de têkoşîna li dijî terorê, gavên hevpar ên di têkoşîna li dijî PKKê de bên avêtin, hevkariya ewlekariyê û di têkoşîna li dijî DAIŞê de dewamkirina hevkariyê hatin nirxandin.
Projeya rêya geşepêdanê weke qada hevkariyên ewlekarî û aborî û şerê Xezzeyê û refleksa wê li ser Iraq û welatên navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.
Reşîd di peyama xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de bal kişand ser girîngiya avêtina gavên ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya navçê û giringiya hemahengî û şêwirê bi taybetî di warê şerê dijî terorîstan de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin