Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin serdana Kîevê kir
01 gulan 2022 12:29
PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û şanda ligel wî serdana paytexta Ukrayna Kîevê kir û bi Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy re civiya.
Hat ragihandin ku di serdana doh 30yê Nîsanê ya Kalin de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal jî cî girtiye û piştî hevdîtina bi Zelenskiy re ligel Serokê Îdareya Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak civiyane.
Kalin li Kîevê beşdarî fitara tirkên Kirimê jî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di danûstandinên aştiyê yên Stenbolê de ku di navbera şandên Moskow û Kîevê pêk hatibûn de, encam derneketibû.
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê daye xuyakirin ku wê hewldanên wan bo bidawîkirina şer berdewam bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Ibrahim Kalin jî bi vîrusa Koronayê ket
31 cot 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin