HRWê hisyariya qutkirina ava Rojava da Tirkiyê: Vîrus tenê bi girtina sînoran belav nabe!
PeyamaKurd - Rêxisitina Human Rights Watch (HRW) li ser qutkirina ava Stasyona Elok car din hişyarî da Tirkiyê ku bilez avê berde ji ber ku qutkirina avê wê ne tenê zirarê bide şêniyên herêmê, ji ber nexweşîna korona wê ji bo Tirkiyê jî encamên xerab bide.
HRWê li ser qutkirina avê deshilatrdariya Tirkiyê rexne kir û got ku paşguhkirina wan zirarê digihîne karînên rêxistinên mirovî.
Ev demek e komên çekdarên girêdayî Tirkiyê piştî dagirkirina Serê Kaniyê zêdetirî 5 caran avê li ser nêzî milyon kesî qut dikin ku bandorê li ser xelkê herêmê û kampên penaberan dike.
HRWê hişyarî da ku dê ev yek rê li ber belavbûna vîrusa koronayê veke.
Cîgirê birêveberê beşê Rojhilata Navîn ê Rêxistinê Micheal Page wiha got: “Divê Tirkiyê bi lez avê li herêmê vegerîne, ji ber ev qutkirin wê ne tenê zirarê bigihîne sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, lê belê ji bo Tirkiyê jî wê xwedî encamên pir kambax be.”
HWRê teqez kir “Divê Tirkiyê rêzê ji tedbîrên tenduristî yên giştî bigire, ji ber ku pêşîgirtina vîrusa korona ne tenê bi girtina sînoran e.”
Rêveberiya Xweser jî ji ber qutkirina avê li alternatîfan digere ku niha xebatên li ser vedana 50 bîrên ava vexwarinê dike daku li gorî kêmderfetiya xwe avê bigihîne bi qasî milyonek kesan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin