Tirkiyê gef li Rojavayê Kurdistanê xwar: Wê Tirkiye operasyonên pêsgirtin û tunekirinê bidomîne

19 berfanbar 2024 19:21
Tirkiyê gef li Rojavayê Kurdistanê xwar: Wê Tirkiye operasyonên pêsgirtin û tunekirinê bidomîne

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ragihandina Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê Zekî Akturk gefa êrîşê li Hêzên Sûriyeya Demokratêk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Em di wê baweriyê de ne ku birêvebiriya nû ya li Sûriyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê dê tevî gelê Sûriyeyê herêmên ku PKK/YPGê kontrol kirine rizgar bikin."

Zekî Akturk di civîna rojnamevanî ya li Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê de ragihand, “Heta ku PKK/YPG dest ji çekan bernede û çekdarên wê yên biyanî ji Sûriyeyê dernekevin, tedbîr û amadehiyên me yên dijî wan dê bidomin. Em di wê baweriyê de ne ku birêvebiriya nû ya li Sûriyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê dê tevî gelê Sûriyeyê herêmên ku PKK/YPGyê kontrol kirine rizgar bikin."

Akturk got ku ew dê bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re di nava hevkariyê de bin û wê  Tirkiye operasyon û xebatên pêşîgirtin û tunekirina HSDê berdewam bike.

Herwiha li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku gotibû Tirkiye û HSDê li ser agirbestê li hev kiriye jî Akturk got: "Em bi ti rêxistinên terorê re neaxivîne, em wisa bawer dikin ku ew gotin bi şaşî hatiye gotin."

Akturk Îsraîl bi dagirkirina Girên Golanê tohmetbar kir û diyar kir: “Em biryara Îsraîlê ya li Girên Golanê berfirehkirina cih û warên derqanûnî ku ji sala 1967an vir ve dagir kiriye, şermezar dikin. Îsraîl niha jî li Sûriyeyê bêhiqûqiya xwe û dagirkirina xwe didomîne.”