Jêderekî Rojavayê Kurdistanê: HSD û Tirkiye dê agirbestê ragihînin
29 adar 2025 18:23
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Tirkiyê di danûstendina agirbestê de ne.
Jêderekî Rojavayê Kurdistanê ragihand ku HSD û Artêşa Tirkiyê bi serperiştiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji bo ragihandina agirbestê li hev civiyan.
Her weha heman jêderî diyar kir ku heta niha gavên serkeftî hene di danûstendina agirbestê de.
Artêşa Tirkiyê û komên bi ser wê ve, zêdetirî 3 meh in ku piştî kontrolkirina Minbic û Şehbayê, her roj êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê dikin.
Meha Kanûnê agirbesta Minbicê bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû ragihandin, lê komên bi ser Tirkiyeyê agirbest binpê kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Teknoloji
Tirkiye ji Trump bi hêvî ye: Ji bo Rojavayê Kurdistanê bilez kete tevgerê!
24 mjd 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin