HRWê bangewaziya Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê kir

15 cotmeh 2020 22:58
HRWê bangewaziya Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê kir

PeyamaKurd - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Cîhanî (HRW) bang li Tirkiyê kir, di operasyonên ser Rojavayê Kurdistanê de sivîl û cihên wan werin parastin û rê li ber alîkariyên mirovî yên saziyên navdewletî veke.

HRWê di rapora xwe ya nû de, bal kişand ser êrîşên balefirên şer ên Rûsya û Sûriyê yên ser Idlibê û bang li Tirkiyê jî kir li Rojavayê Kurdistanê sivîlan neke armanc.

Rêxistina navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan da xuyakirin ku êrîşên Rûsya-Sûriyê li ser jêrxana Idlibê, li bakurê rojavayê Sûrî, dibe ku bigihîjin asta tawanên li dijî mirovahiyê û da zanîn; ew êrîş nexweşxane, dibistan û bazaran li xwe digirin û ji Nîsana 2019an heta Adara 2020an, di 11 mehan de, bi sedan sivîl hatine kuştin.

HRW ji bilî binpêkirinên Rûsya û Sûriyê balê dikişîne ser kiryarên Tirkiyê li cihên operasyonan encam dide û bang li Enqerê dike, sivîlên ji ber şerê li Sûriyê revîne cih ji wan ji bo wan çêke, di operasyonên li ser Rojavayê Kurdistanê de, sivîl û cihên wan bêne parastin û rê li ber alîkariyên saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî veke.