Hikûmeta Swêd bi dengê parlamentera Kurd ji hilwesînê rizgar bû

07 hezîran 2022 20:40
Hikûmeta Swêd bi dengê parlamentera Kurd ji hilwesînê rizgar bû

PeyamaKurd – Hikûmeta Swêd di dengdana pirsnameyê de, bi dengekî ji hilweşînê rizgar bû û Wezîrê Dadê yê yê Swêd Morgan Johansson, bi ferqeke hind bi ser ket ku li ser kar bimîne.

Ji bo dengdana pirsnameya derbarê Morgan Johansson de pêwîstî 175 dengên parlamenteran hebû daku ji parlamentoyê derbas bibe û hem ew hem jî hikûmeta Swêd bê hilweşandin.

Di dengdanê de 174 dengên dijber hatin dayîn û parlamentera Kurd a Serbixwe Amineh Kakabaveh jî dengê ‘bêlayan’ bikar anî ku hikûmeta Swêd ji hilweşînê rizgar bû.

Magdalena Andersson diyar kiriye ku wan ji bo dengdanê ti tawîzek nedaye Amineh Kakabaveh.