Hikûmeta Rûsyayê îstifa kir, hikûmeta nû Pûtîn ava dike

15 rêbendan 2020 19:05
Hikûmeta Rûsyayê îstifa kir, hikûmeta nû Pûtîn ava dike

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê TASSê ragihand ku Serokwezîr Dimitrî Medevedev ragihandiye ku dê hikûmeta wî îstifa bike.

Herwiha hat diyarkirin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îstifaya Medvedev û hikûmetê qebûl kiriye û dê hikûmeta nû jî bixwe ava bike.

Hat ragihandin ku Pûtîn, Medevedev wekî cîgirê seroktiya konseya ewlekariyê tayîn kiriye.