Sah Abdullah îstifaya hikûmeta Urdinê pesend kir

04 cotmeh 2020 18:19
Sah Abdullah îstifaya hikûmeta Urdinê pesend kir

PeyamaKurd – Şahê Urdinê Abdullahê 2yem karvekêşana hikûmeta Urdinê pesend kir û biryar da heta hikûmeta nû were avakirin erkên xwe berdewam bike.

Dîwana Şahnişîniya Urdinê li ser navê Şah Abdullah bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Şah Abdullah îstifaya hikûmetê qebûl kiriye û heta hikûmeta nû bê avakirin karên xwe berdewam bike.

Beriya niha jî Şah Abdullah bi biryarnameyekê Meclîsa Nûneran fesih kiribû û biryar hatibû dayîn 29ê Tîrmeha borî hilbijartinên parlamenê werin kirin, lê piştre 10ê Mijdarê bo roja hilbijartinan hatibû diyarkirin.