Hikûmeta Iraqê sandina 700 mîlyar dînaran bo Kurdistanê pesend kir
17 îlon 2023 19:55
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê, îro bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Di civîna îro Yekşemê 17ê Îlonê de, biryar hate dayîn ku mehane 700 milyar dînar wek deyn ji bo 3 mehan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.
Li gorî zanyariyan, Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna îro de pêşniyara şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir û biryar da ku 700 milyar dînar wek deyn ji bo 3 mehan ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şandin.
Biryara şandina pere piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda bilind a Kurdistanê hate dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hikûmeta Iraqê biryara sandina 200 milyar dînar ji bo Kurdistanê derxist
23 îln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin