Hikûmeta Iraqê sandina derveyî welat a PKKê gotûbêj dike: Mînakên wê hene!

05 hezîran 2024 23:03
Hikûmeta Iraqê sandina derveyî welat a PKKê gotûbêj dike: Mînakên wê hene!

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Hîşam Elewî got, ew ligel hikûmeta Tirkiyê di gotûbêjê de ne ji bo çareserkirina pirsgirêka hebûna hêzên PKKê yên li Iraqê û da zanîn, hebûna hêzên PKKê li Iraqê neyasayî ye û ew ji fikarên Tirkiyê têdigihin. Elewî got ku şandina derveyî Iraqê ya PKKê jî tê gotûbêjkirin.

Elewî bal kişand ser girîngiya karkirina Iraqê bi welatên cîran re û diyar kir, ev jî ji bo îstiqrara herêmî û dawîanîna milmilane û şerên li herêmê ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê, ezmûna çekdarên Mûcahîdînî Xelk a Îranê wek mînak bibîr xist û got, di dema Rejîma Beas a hilweşyayî de li Iraqê hatibûn bicih kirin û piştre bi rêya Netewên Yekbûyî ew bo derveyî welat hatibûn şandin.

Elewî diyar kir ku ew ezmûneke serkeftî bû û heman kar ji bo şandina derve ya çekdarên PKKê li Iraqê jî dikare bê kirin.