Sandina derveyî welat a sêvên Kurdistanê dest pê kir

20 berfanbar 2023 22:42
Sandina derveyî welat a sêvên Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd – Îro 20ê Kanûnê yekem karwana sêvên devera Berwarî ya Herêma Kurdistanê ji bo welatê Qeterê hate hinardekirin ku hate ragihandin wê pêvajoya hinardekirina berhemên Kurdistanê berdewam be.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di civîneke rojnamevanî de ragihand, hinardekirina sêvan bo Qeterê destpêkek e û dê di paşerojê de jî ev prose berdewam be.

Talebanî diyar kir, li Herêma Kurdistanê kalîteya berhemên navxweyî di asteke gelek bilind de ye û got: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hinartina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, planeke stratejîk daniye.”

Bêgerd Talebanî bibîr xist: “Plana me ya pêşerojê ew e ku hindardekirina berhemên kêlgehên mirîşkan yên Herêma Kurdistanê ye.”

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên xwe zêde kirine ku li piraniya welatan bazarî ji bo berhemên cotkarên xwe peyda bike.

Hêjayî gotinê ye, Adara 2022yan pêşengiya hinardekirina berhemên çandinê yên Kurdistanê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû destpêkirin.