Serokomarê Qirgizistanê pistî pesendkirina hikûmeta nû îstifa kir
PeyamaKurd - Serokomarê Qirgizistanê Sooranbai Ceenbekov, ji ber xwepêşandanên berdewam ên li welat îstifaya xwe ragihand.
Jeenbekov li malpera serkomarîyê ragihand ku wî ji bo rê li ber tûndûtûjîya zêdetir bigire, biryareke wisa daye û got: “Ez xwe li desthilatê nagirim. Naxwazim wek serokomarekî xwînê dirijîne û bi ser gelê xwe de guleyan direşîne werim bi bîr anîn.”
Li Qirgizistanê du hefte berê hilbijartinên giştî li dar ketibûn û piştî ku partîyên nêzî Jeenbekov serkeftina xwe ragihandibûn protestoyan dest pê kiribû.
Piştî protestoyên li seranserê Qirgizistanê hilbijartin hatibûn betal kirin.
Partîyên opozîsyona Qirqizistanê parlamanterê berê Sadyr Japarovji girtîgehê derxistibûn û ew wek serokwezîrê demkî erkdar kiribûn.
Kabîneya bi serokwezîrîya Caparov doh Çarşemê li parlamentoyê hat pesendkirin û serokomar Ceenbekov jî biryara îmze kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin