Wezîra Hikûmeta Lubnanê bi lêborînxwestin îstifa kir

09 tebax 2020 21:32
Wezîra Hikûmeta Lubnanê bi lêborînxwestin îstifa kir

PeyamaKurd – Wezîra Enformasyonê ya hikûmeta Lubnanê piştî teqîna Beyrûdê û protestoyan ji erka xwe ya hikûmetê îstifa kir û lêborîna xwe ji gel xwest

Wezîra Enformasyonê Menal Abdussamed di bernameyeke televizyonê de got, “Ez lêborînê ji gelê Lubnanê dixwazin ku me nekarî daxwaziyên wan pêk bînin. Di demek kurt de ne mimkun e guherîn çêbe. Ji ber ku ti hêviyeke em daxwaziyên gel piştî teqîna bendera Beyrûdê bicih bînin nemaye, ez ji erka xwe ya hikûmetê îstifa dikim.”

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, parlamentereke bi navê Nîme Efram jî piştî teqînî wekî bertek îstifa xwe daye.

Di teqîna Beyrûdê de, 158 kesan can daye û bi qasî 6 hezar kes jî birîndar bûne ku bi sed hezaran kes jî bi mal mane. Gelê Lubnanê ji teqîna benderê hikûmeta Lubnanê berpirs dibîne.