Pûtîn hikûmeta nû pejirand

15 gulan 2024 11:05
Pûtîn hikûmeta nû pejirand

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn lîsteya wezîr û rayedarên ku kabîneya nû ava dikin pejirand.

Vladîmîr Pûtîn biryarnameya erêkirina wezîrên ku destnîşan kiribûn, serokên saziyên ewlekarî û îstîxbaratê û endamên kabîneya nû ya ku ji aliyê Serokwezîr Mikhail Mishustin ve hatibûn pêşkêşkirin îmze kir.

Pûtîn piştî ku di hilbijartinên meha Adarê de bi ser ket, di 7ê Gulanê de sond xwar, Mishustin wekî namzetê serokwezîrtiyê pêşkêşî Dûmayê kir ku bana jêrîn a parlamentoya Rûsyayê ye.