Hikûmeta Herêma Kurdistanê, milyarek Dînar ji bo Silêmaniyê terxan kir
PeyamaKurd-Li gorî daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo xercên xizmetguzariya Silêmaniyê milyarek Dînar hatiye terxankirin. Hat ragihandin ku dê ev budçe, ji bo cîbicîkirina çend projeyan were xerckirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo projeyên xizmetguzariyê yên Silêmaniyê, nêzîkî milyarek Dînar terxan kir û dê ev budçe bi rêya projeyan, ji bo xizmetguzariya çend kolanan were xerckirin. Hat zanîn ku ev budçe li ser dahata Serokatiya Şaredariyê, Rêveberiya Avê û Rêveberiya Geştûguzariyê yên Silêmaniyê tên dabînkirin ku beşek jê ji bo dabînkirina qîrê şil û gihandina xizmetguzariyê ya ji bo çend kolanan e.
Her wiha çend projeyên kişandina avê yên ji bo Silêmaniyê û bihêzkirina tora avê jî tên cibicîkirin. Hat zanîn ku di 11ê Nîsanê de jî nêzîkî milyarek Dînar ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo pêşxistina projeyên xizmetguzariyê li Silêmaniyê û derdora wê hatiye xerckirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin