Hikûmeta Kurdistanê milyarek û 500 milyon dînar ji bo Rêveberiya Ava Derdora Duhokê veqetand
PeyamaKurd – Rêvebera Av a Derdora parêzgeha Duhokê diyar kir û got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê milyarek û 500 milyon dînar pare ji bo Rêveberiya Ava Derdora Duhokê veqetandiye.
Li gor Rêvebera Ava Derdora parêzgeha Duhokê Xelat Emîn eşkere kiriye: “Milyarek û 500 Milyon dînar ji bo bicîhanîna 10 projeyên ava vexwarinê ya li parêzgeha Duhokê hatiye veqetandin. Ew pare li ser hemû qeza û nahyeyên Duhokê hatiye dabeşkirin; ji bo qeza Amêdiyê zêdetir ji 499 Milyon dînar ji bo bicîhanîna 4 projeyan hatiye dayîn. Ji bo qeza Sêmêlê zêdetir ji 533 Milyon dînar ji bo bicîhanîna 3 projeyan hatiye veqetandin. Herwiha ji bo qeza Berdereş 328 Milyon dînar ji bo 2 projeyan hatiye dayîn û ji bo projeyeke li qeza Şêxanê jî 136 Milyon dînar hatiye veqetandin.”
Herî dawî destnîşan kir: “Ew projeyana, niha ketine qonaxa ragihandinê li îdareya parêzgeha Duhokê û piştî ragihandinê jî wê dest bi bicîhanîna wan bê kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin