Hikûmeta Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re dabîn kir

22 berfanbar 2021 13:36
Hikûmeta Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re dabîn kir

PeyamaKurd – Serokatiya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Iraqê, 2 milyar Dînar ji yedeka karesatan û bûyerên awarte, ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re dabîn kir.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê, 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re dabîn kir.

Herwiha di wê daxuyaniyê de destnîşan kir, di civîna Encûmena Wezîran de, rizemendî hatiye dayîn ku 500 milyon Dînar ji aliyê Wezareta Darayî ve ji bo dabînkirina pêwîstiyên kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê were xerckirin.

Şeva17/12/2021ê, li 15 cihên Hewlêrê lehî rabû, di encamê de 12 kesan can dan. Parêzgarê Hewlêrê jî ziyanên madî wekei 21 milyar Dînar diyar kiribû.