Hikûmeta Iraqê 200 milyar dînar xist hesabê Herêma Kurdistanê

11 tîrmeh 2021 19:39
Hikûmeta Iraqê 200 milyar dînar xist hesabê Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - 200 milyar dînarê ku rêkeftin li ser pêkhatiye ji aliyê hikûmeta Iraqê ve derbasî ser hejmara bankê ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyeke ji Herêma Kurdistanê, 200 milyar dînarê ku rêkeftin li ser pêk hatiye ji aliyê hikûmeta Iraqê ve derbasî ser hejmara bankayê ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Serokê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji K24ê re goiyet: ‘’Li gor nivîseke encûmena wezîrên hikûmeta Iraqê biryar bû roja pêncşema borî 200 milyar dînar ji bo mûçeyê fermanberan bikeve ser hejmara bankeyê ya herêma Kurdistanê. Piştre ji ber temambûna dewama fermî roja pênçşemê hat paşxistin ku îro bixin ser hejmara bankê ya herêma Kurdistanê.’’

Berî niha berdevkê hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ragihandibû: ‘’Ew pere ji bo mûçexwarên herêma Kurdistanê wek hîbe ye, ku rêkarên beşa herêma Kurdistanê di yasaya budçeyê de bikeve warê bicihkirinê.’’