"Hêzên Îranî li Besrayê 2 Iraqî kustin"

15 tîrmeh 2018 21:22
"Hêzên Îranî li Besrayê 2 Iraqî kustin"

PeyamaKurd - Di xwepêşandanên li bajarê Besrayê de bi guleyên hêzên ewlekariyê ku ferman ji Îranê distînin 2 kesan canê xwe ji dest da û herwiha çend kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Besra yê Iraqê îro tevî qedexeya derketine derve û bergiriyên tund ên hêzên ewlekariyê xelk dîsa daketin ser cadeyan û ji ber nebûna xizmetên eletrîk û avê xwepêşandan lidar xistin.

Îro bi dehan ji xelkên Besra daketin cadan û daxwaza başkirina rewşa xizmetguzariyê li parêzgeha xwe kirin. Hêzên ewlekariyê bi gule û gaza rondikrêj bersiva wan dan, di encamê de 2 xwepêşander hatin kuştin û hejmarek ne diyar jî birîndar bûn.

Do di xebera Reutersê de hatibû diyarkirin ku Hêzên Esaîb Ehlî Heq ku ser bi Qasim Silêmanî ve ne êrîşî ser xelkê kirine. Lewra Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî fermana gulleberdanê neda. Herwiha Muqteda Sedr jî bangewaziya hêzên ewlehiyê kir ku berê çekan nedin welatiyan. Lê belê ew çekdarên ser bi Îranê ve guh nadin van fermanan.