Îsraîlê êrîs kir: 23 kes ji hêzên rejîmê û milîsên îranî hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê depoyên çekan û bingehên leşkerî li rojhilatê Sûriyê kirine hedef û di encamê de herî kêm 5 endamên hêzên rejîma Sûriyê û bi tevahî milîsên çekdar ên Îranê jî di nav de 23 kes hatine kuştin.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku 28 kes jî ji wan hêzan di vê êrîşa Îsraîlê de birîndar bûne ku ji sala borî ve dibe êrîşa herî giran a Îsraîlê li ser pêgehên îranî yên li Sûriyê.
SOHRê da xuyakirin, balafirên Îsraîlê zêdetirî 18 êrîşên asîmanî li herêma bajarê Dêrazorê û heta sînorên Sûriye-Iraqê li çolistana Bokemalê pêk anîne.
Li aliyê din ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê jî piştrast kir ku şeva borî Îsraîlê li bajarê Dêrazorê û herêma Bokemal a başûrê rojhilatê Dêrazorê, êrîşên asîmanî pêk anîne.
SANAyê daye xuyakirin ku sîstema wan a parastina asîmanî bersiva êrîşên Îsraîlê daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin