Hewlêrê êrîş şermezar kir, ji Bexdayê gavên cidî xwest
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û bang li Hikûmeta Federal a Îraqê kir ku li dijî milîsên deryasayî berpirsyariya xwe hilgire.
RûpelNews - Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro derbarê armancgirtina avahiya dîplomatîk a Îmaratê ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ev êrîş wekî kiryareke “terorîstî û têkderane” hate binavkirin û hat gotin ku Hikûmet hemû êrîşên li ser ax, sazî, konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk bi tundî şermezar dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî û her wiha binpêkirina serweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê ye. Hikûmetê her wiha tekez kir ku tu hincet ji bo van êrîşan nînin.
‘Hikûmeta Federal a Iraqê pêwiste erkên xwe bicîh bîne’
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku erkên xwe yên yasayî bicîh bîne. Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Pêwîste Hikûmeta Federal sînorekî ji bo wan hêz, grûp û milîsên deryasayî deyne ku bûne gefeke rasteqîn li ser xelkê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê.”
Hikûmetê her wiha diyar kir ku di encama van êrîşên neheq de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û ziyanên madî yên mezin gihîştine welat.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî şermezar kir
Di aliyekî din de, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama êrîşê de du nobedar birîndar bûn û zerer gihîşt avahiya konsulxaneyê.
Serokatiyê ji birîndaran re silametî xwest û tekez kir ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê erka xwe ya parastina nûneratiyên dîplomatîk bi cih bîne.
Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku divê rê li ber dubarebûna van êrişan were girtin û encamderên wan werin desteserkirin û cezakirin, da ku asayîş û berjewendiyên welat nekevin metirsiyê.
