Hevjîna Dr. Abdurrahman Qasemlo Helen Kreulich koça dawî kir
PeyamaKurd – Hevjîna sekreterê giştî yê PDK a Îran ya Dr. Abdurrahman Qasemlo Helen Kreulich di 89 saliya xwe koça dawî kir. Dr. Qasemlo di sala 1989an de li Viyana di hevdîtinên otonomiyê yên bi Îranê re, di encama kemînê de hatibû kuştin. Hevjîna Qasemlo li Pgarê, li Çekoslovakyayê di sala 1934an de hatibû dinyayê û li Pragê Dr. Qasemlo naskiribû.
Qasemlo di sala 1952an de bi Kreulich re zewicîbû. Ji her duyan keçên wan yên bi navên Mîna (1953) û Hêwa (1955) hatine dinyayê. Li gor ragihandina Partiya Demokrata Kurdistana Îranê; Helen Kreulich li Parîsê di 89 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Dr. Qasemlo, di sala 1971 ê de ji bo sekreteriya giştî ya PDK a Îranê hatibû hilbijartin û di 13 ê tîrmeha 1989an de li Viyana ji aliyê Îraniyan de hatibû şehîdkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin