Di 35em salvegera sehîdkirina Dr. Abdurrahman Qasemlo de tê bibîranîn

13 tîrmeh 2024 20:51
Di 35em salvegera sehîdkirina Dr. Abdurrahman Qasemlo de tê bibîranîn

PeyamaKurd – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran di salvegera 34em şehîdkirina wî ya li Viyanayê ku ji aliyê dewleta Îranê de hat şehîdkirin, tê bibîranîn. Her ciyekî ku Kurd lê bin û li Kurdistanê herkes behsa şehadeta Qasemlo dike, wî bibîrtînin û medya Kurd her behsa şehîdkirina wî dike.

Dr. Qasemlo di sala 1930an de li Kurdistana Rojhilat hatiye dinyayê û di sala 1989an de di rojekî weka îro de dema bi rayedarên Îranê re li payîtexta Avûstûryayê li Viyanayê li ser şertên otonomiya Kurdistanê hevdîtin dikir, bi du hevalên xwe ve ji aliyê îstîxbarata Îranê de hat şehîdkirin.

Dr. Qasemlo profesorê aboriyê û Matematîkê bû û 7 an 8 zimanan baş dizanibû. PDK a ku serpereşiya wê dikir ya Îranê, kiribû endamê Enternasyonalîsta Sosyalîst. Serpereştekî gelek baş û dîplomatekî gelek baş bû.

Dema li bajarê Pragê di sala 1968an de li zankoya Pragê ders dida xwendevanan, hêzên Sowyetê bi tank û topan ketin kolanên Pragê û Çekoslovakyayê îşxal kirin, Qasemlo îşxalê protesto kir û çû Parîsê li Zanko ya Sorbonê dest bi dayîna dersan kir. Ew çend demokrat û ji soza xwe venedigeriya.

Di demal i Îranê bi Ayetullah Humeynî re li ser otonomiya Kurda hevdîtin kiribû, digot ku sofî ti carê mafê Kurda nadin û dest bi şerê çekdariyê kiribûn. Gelek deverên Kurdistanê ji bin destê Îranê rizgar kiribûn.

Ji ber zor gihabû Îranê û Pêşmerge derfetê nedidan Îranê, Îran mecbûr mabû ku hevdîtinê bi Qasemlo re bike. Lê hevdîtina Îraniyan jî xap bû bi xapandin Qasemlo kirin kemînê û wî di rojekî weka îro de di sala 1989an de, li Viyanayê şehîd kirin.

Daîma digot; di sala ku serpereştê Kurd an ku Simkoyê Şikakî şehîd xistin, ew jî wê salê hatiye dinyayê.

Cenazê Qasemlo li Parîsê hat definkirin û yek ji ziyaretgaha Kurda û dostên wî yên biyaniye.