Hengaw: Li Rojhilatê Kurdistanê 21 xwepêsanderên Kurd hatin kustin
PeyamaKurd – Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji pêr ve berdewam dikin û ji ber êrîşên hêzên Îranê heta niha her çiqas amarên zelal nebin jî bi dehan kes hatine kuştin û birîndar kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Hengaw, li ser protestoyên Rojhilatê Kurdistanê yên dijî rejîma Îranê amarên 3 rojên xwepêşandanan belav kir.
Li gorî Hengawê li bajarê Ciwanro 14, li Sineyê 1 û li Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jî 6 kes ji ber êrîşên hêzên îranî di protestoyan de hatine kuştin û 142 kes jî birîndar bûne.
Hengawê ragihand ku li ser kesên hatine kuştin derbên îşkenceyê hene. Herwiha hat diyarkirin ku li Ciwanro 52 kes, li Kirmanşanê 15 kes, li Sine 25 kes û li Merîwanê jî 50 kes birîndar bûne.
Navê 5 kesên hatine kuştin jî hat parvekirin ku ji Merîwanê Osman Nadrî, Mêhran Tak û Şaho Welîdî, ji Ciwanro jî welatiyên bi navên Kawe Mihemedî û kesekî bi navê Hemze ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşandan îro jî berdewam dikin û li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xelk ji beyaniyê ve li meydanan kom dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin