Reîsî gef li xwepêsanderên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwar
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, piştî kuştina milîsekî Besîc ê girêdayî rejîmê û zêdebûna qurbaniyên sivîl,derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da.
Serokomarê Îranê Reîsî gefa destwerdanê li xwepêşanderan xwar û got, pêwîste bi awayekî biryardarî têkoşîn li dijî çalakvanan bê kirin.
Herwiha Reîsî got ku protestoyên têne kirin, li ser ewlehî û pergala gelemperî gefê çêdikin.
Hêjayî gotinê ye, piştî 13ê Îlonê girtin û kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve, li ser banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê 19ê Îlonê greva giştî hatibû ragihandin û piştre jî protestoyên dijî rejîmê li seranserê bajarên Rojhilat û Îranê belav bûn.
Li gorî çavkaniyên cuda, heta niha nêzî 60 kesan di xwepêşandanan de hatine kuştin ku piraniya wan bi êrîşên hêzên ewlekariyê bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin