Hêmin Hewramî: Divê hilbijartinên Kurdistanê di wexta xwe de çêbibin

30 rêbendan 2022 02:19
Hêmin Hewramî: Divê hilbijartinên Kurdistanê di wexta xwe de çêbibin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku wê civîna dawî ya parlementoyê di 06.11.2022 an de biqede û divê hilbijartinên Herêma Kurdistanê berya vê rojê çêbibin.

Hewramî axaftina xwe di ‘Platforma Pirsgirêkên Netewî’ de kir. Di axaftinê de got ku divê partiyên Kurdistanê berya civîna dawî ya parlementoyê amadekariyên xwe bikin. Hêmin Hewramî weha got:

“Divê tevgerên Komîsyona Serbixwe ya Bilind ya Hilbijartinê, ji bo encama hilbijartinê, heya amadekarî bên kirin, divê bi erênî û heya karibe terefan bigihîne hev.

Serokê Herêma Kurdistanê û nûnera taybet ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jeanine Plasschaert di hevdîtina dawî de, ragihandine ku hilbijartin di roja ku divê bêkirin ya fermî de, bêkirin.