Hêmin Hewramî: Divê PYD ji PKKê veqete
PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî diyar kir ku divê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest ji PKKê berde û di pêvajoya nû ya Sûriyê de rêya xwe diyar bike û got: “Hewldan hene ku bi rêya Iraqê kesên li Sûriyê winda bûne vegerînin. Ya girîng ew e ku em û Iraq rê nedin vê rewşê.”
Hêmin Hewramî doh Çarşemê 18.12.2024 li bajarê Hewlêrê di panelekê de behsa mijarên rojane bi taybetî rewşa Sûriyê kir.
Hewramî balkişand li ser wê yekê ku parastina pêgeha Kurdên Rojava li Rojavayê Kurdistanê tê wateya qutkirina hemû pêwendiyên PYDê bi PKKê re, Hewramî got ku ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurd di çarçoveya proseyeke aştiyane û demokratîk di Sûriyeya nû de, divê PYD bi fermî ragihîne ku ew hêzeke Kurd a Rojava ye ku di nav sînorên welat de tevdigere.
Hewramî anî ziman ku li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyeyê hewl tê dayîn Iraqê bixin nava aloziyê û wiha got: “Hewldan hene bi rêya Iraqê tiştên ku li Sûriyeyê ji dest dane paşde bixin. Ya girîng ew e ku em û Iraq rê nedin vê rewşê.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de ji televîzyona El Cezîre ya Qeterê re nirxandin kirin û got, "YPG xwe ji Rojava re weke bê zerar û weke komeke ku li dijî DAIŞê şer dike nîşan dide, lê ji bo xwe veşêrin ev rêbaz e."
Fîdan ev tişt anî ziman:
"Ev ne pênaseyeke ku bi awayekî rast nasnameya wan nîşan bide. Ji ber ku ew di eslê xwe de weke rêxistineke terorîst in. Şerê li dijî DAIŞê bi tenê nikare bibe nîşana qenciyê. Ji ber ku dewletên cuda û komên cuda li wir hebûn, her yek ji wan li dijî DAIŞ ji ber sedemên cuda têkoşîn kir.
YPG di eslê xwe de dirêjahiya PKKê ye. Ew rêxistineke bi terorîstên biyanî yên navneteweyî yên ji Tirkiye, Îran, Iraq û welatên Ewropayê pêk tê. Lê mixabin dostên me yên Rojava vê rastiyê ji nedîtî ve tên ku YPG di eslê xwe de dirêjahiya PKKê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin