HDPê, li ser biryara Demîrtas daxuyanî da!

01 hezîran 2023 17:30
HDPê, li ser biryara Demîrtas daxuyanî da!

PeyamaKurd- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li ser biryara vekişîna Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş a ji siyaseta çalak û rexneyên ku li wan tên kirin de daxuyanî da.

Berdevka HDPê Ebru Gunay, li ser pêvajoya ji nû ve avakirinê civîneke çapemeniyê da û di vê daxuyaniyê de rexneyên hevserokê berê yê partiya xwe Selahadîn Demîrtaş ku ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye û biryara wî ya destjêberdana ji siyaseta çalak nirxand. 

Daxuyaniya Ebru Gunay, bi vî awayî ye:

“Demîrtaş bi xwe ji bo vê mijarê û axaftinên spekulatîf ên li ser vê mijarê bersivên pêwîst da. Bêguman ew Hevserokê me yê berê ye û dema ku me di vê pêvajoyê de nîqaş û xebatên xwe dimeşandin, bi hemû desteyên partiyan, HDPê û hevalên me yên aktor ên niha girtî re pêvajoya nîqaşê meşand. 

Di dema meşandina hemû stratejiya partiyê û stratejiya hilbijartinê de di van lijneyan de nîqaş kirin. Namzeta wî ya serokomariyê ji ber rewşa wî ya hiqûqî ji aliyê komîteyên me yên pêwendîdar ve nehat nirxandin. Pêşniyara wî ji bo namzeta jin a serokomariyê hebû.

Wekî HDPyî rexneyên ku li me kiriye û xwe rexnekirina wî ji bo me girîng e. Li ser vê mijarê pevguhertina nêrîn û nîqaşên me hîn jî dewam dikin. Di vê mijarê de pirsgirêka me ya diyalogê nîn e. Her rexne û nirxandinek li ser vê mijarê ji bo me hêja ye. Her wiha wekî ku min di destpêka civînê de jî diyar kir, em di pêvajoya nîqaş, rexne û xwerexnekirinê de ne ku gelê me bi giştî ji me tê hêvîkirin. Herî dawî jî em ê bi gelê xwe re çi bikin em ê pêvajoya kongre û konferansa xwe ya mezin bidomînin."